Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Kantona Firatê Ehmed Xoce da zanîn ku dorpêç didome û alîkarî têrê tên bajar têra wêwistiyên koçberan nake. Xoce xwest ku dorpêç demildest bê rakirin û banga hîstiyariyê kir.
Ligel Peymana 29ê Çile jî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê pêwistiyên peymanê bi cih naîne û dopêça li ser Kobaniyê berdewam dike. Di encama dorpêçê de pêdiviyên bingehîn ên jiyanî gelekî kêm bûne. Ji ber zext û bangewaziyên ji aliyê şênî û saziyên li Kobanê û rêxistinên mirovî ve hatin kirin, kêmek derbasî Kobanê bûn. Lê alîkarî têra şêniyan nakin, nemaz hejmara niştecihên Kobanê 600 hezar kes in û nêzî 200 hezar kes ji ber êrişên heman koman ji warê xwe bûn û niha li 70 navendên li bajarê Kobanê bi cih bûne.
Alîkariyên heyîn tên belavkirin
Alîkarî bi rêya Komîteya Kar û Barê Civakî û Kedkaran a Kantona Firatê ewil li bajarê Kobanê tê belavkirin, dûra jî bi rêya ekîban dê li gundan û mal bi mal were belavkirin. Der barê vê mijarê de Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî û Kedkaran a Kantona Firatê Ehmed Xoce axivî û wiha got: “Em hewl didin alîkariyan ku ji şekir, birinc, şîrên zarokan û hwd pêk tê bighînin her malekê. Em mazotê jî bi rêya kartan li şêniyan belav dikin.”
‘Divê dorpêç demildest bê rakirin’
Xoce da zanîn ku ku dorpêçe li ser Kobanê didom û ew li gorî derfetan, alîkariyê li gelê xwe belav dikin û axaftina xwe wiha domand: “Niha em alîkariyê li gelê xwe yê li bajar belav dikin. Piştre em ê derbasî gundan bibin û alîkariyan li şêniyan belav bikin. Dorpêç didome. Heta ku alîkarî hebe em ê li gelê xwe belav bikin ji bo ku gelê me di astengiyan re rû bi rû nemîne.” Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî û Kedkaran a Kantona Firatê Ehmed Xoce di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên têkildar kir ku û got, “Divê dorpêça li ser Kobanê were rakirin da ku gel di nava aramî û ewlehiyê de bijî.”













