Li Kolombiyayê di encama ketina balefirek leşkerî de li gorî agahiyên ewil 66 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî winda ne.
Di seatên sibê de balefireh leşkerî ya aîdî Kolombiyayê ji ber sedemek hêj nayê zanîn ket. Li gorî agahiyên pêşiyê heta niha mirina 66 kesan teqez bûye û ji gelek kesên di balefirê de jî agahî nayê girtin. Piştî ketina balefirê ji hêla saziyên tenduristiyê ve xebatên lêgerîn û xilaskirinê hatin destpêkirin.
Li gorî agahiyan bi tevahî 128 kes di balefirê de hebûne. Ji van 115 kes leşker, 11 kes ji yekîneya balefirê û 2 kes jî endamên ewlehiya neteweyî bûne.
Li cihê bûyerê xebatên lêgerîn û xilaskirinê berdewam dikin. Fikar heye hejmara miriyan zêde bibe.








