Komaleya Wêjekarên Kurd li avahiyê xwe ji bo helbestvan Ehmed Huseynî ji bo 2 rojan şîn danî. Di şînê ji bo Ehmed Huseynî axaftin hatin kirin û bi helbestan hate bibîranîn.
Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî ku demeke dirêj ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin duh li Swêdê jiyana xwe ji dest da. PENa Kurd, Komaleya Wêjekarên Kurd, YEWKURD, Med- Der, Enstituya Kurdî ya Amedê, Ma Muzîk, Wêjegeh bi minasebeta wefata helbestvan Ehmed Huseynî li avahiyê Komaleya Wêjekarên Kurd du rojan şîn danî. Merasîma şînê di roja yekem de bir girseyî derbas bû. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, hevserokên DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, Hevşaredarê Bajarê Nû ya Amedê Mehmet Ergun û gelek nivîskar jî tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de wêneyên helbestvan Ehmed Huseynî danîn li ser masê û mûm hatin pê xistin. Helbestê Ehmed Huseynî hatin guhdarkirin. Gelek kes di şînê de lênûska ku ji bo bîranîna Ehmed Huseynî hatibû danîn hestên xwe nivîsandin. Merasîmê de ji bo Ehmed Huseynî fatihe hate xwendin.
‘Bi ruhê xwe û hestên xwe li cem me ye’
Gulşen Ozer ji bo helbestvan Ehmed Huseynî hêstên xwe anî ziman û got: “Bi rastî jî em pir xemgîn in. Ew dîrok di mejiyê me de ye, dîroka wan di mejiyê me de zindî ye. Em dizanin ku, her çiqas bi fizîkî ne li vir bin jî, bi ruhê xwe û bi hestên xwe li gel me ne û jiyana wan di nav me de dewam dike. Em careke din dibêjin; serê malbatê û serê gelê me sax be. Ev êş, êşa me hemûyan e, me tu carî ji bîr nekiriye. Rêya wan vekirî be.”
‘Gotin têra keda wan nake’
Pişre Hevşaredar Dogan Hatun axivî û anî ziman ku Ehmed Huseynî di qada ziman de gelek ked daye, gotin têr nakin ku mirov keda wan a ji bo Kurd û Kurdistanê bîne ziman û got, “Ew bi xwe wekî dîrokeki ye. Bila serê me tevan sax be. Em wekî malbatekê ne bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînim. Her tim, di dilê hemû Kurdan de, li her axa Kurdistanê, ez bawer im ku îro wekî şînekê ye. Lê ev şîn jî, şîneke bi rûmet e.”
‘Bi rastî kurdek bû, Kurdistanek bû’
Li ser navê PENa Kurd Omer Fîdan axivî û diyar kir ku Ehmet Huseynî Kurdistaneke biçûk bû wiha got: “Di pênc saliya xwe de, êşa sînemaya Amûdê jiyaye, birayê xwe û xizmên xwe winda kirine. Zimanê wî hatiye qedexekirin, ji zanîngehê hatibû dûrxistin, bederkirin, tune hesibandin. Sirgûn dîtî ye, mişextî bûye. Lê dema ku çirûska şoreşa Rojava çêbû, Ehmed Huseynî li wir bû. Di çeperan de bû, li ser ekranan bû. Gotina xwe got, kirina xwe kir. Me herî dawî li ser sînor hev dît. Li ser sînor rastî îşkenceyeke pir tund jî hatibû. Dîsa jî ji jiyana xwe kêm nekir. Têkoşîn û berxwedana xwe, bi hevalên xwe, bi gotina xwe, bi rastî Kurdek bû, Kurdistanek bû.”
‘Rewşenbîrekî wêrek bû’
Helbestvan û rojnameger Rizoyê Xerxî jî bi destnîşan kir ku me gelek sal bi hev re derbas kirin, gelek êş, gelek şahî, gelek şîn me bi hev re derbas kirin û wiha axivî: “Ehmed Huseynî ji dema ku ji bîr biriye û heta kêlîka dawî ya jiyana xwe, mirovekî dilsoz bû. Her kesê wî nas dikir zanîbû ku mirovekî çawa xwedî helwest, rewşenbîrekî wêrek, girêdayî şîn û şahiya gelê xwe bû. Di hemû helwest û nêzîkatiyên xwe de her dem li kêleka yekîtiyê bû. Tu caran rê nedida dubendî û dijminahiyê.”
Rizoyê Xerzî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Ehmed Huseynî ji bo wêje, helbest û rihê Kurdîtiyê kaniyeke pir mezin bû û got: “Di demekê de ku agir bi ser Rojava de dibariya û gelek kes ji ber wî agirî berê xwe didan welatê xerîbiyê, Ehmed Huseynî dest ji xerîbiyê berda û vegeriya Rojava. Tevlî şîn û şahiya welatê xwe bû. Lê ev nexweşiya penceşêrê ew neçar kir ku dîsa ji bo dermankirinê vegere xerîbiyê.”
Rizoyê Xerzî piştî axaftina xwe helbesta ku ji bo Ehmed Huseynî nivîsandibû xwend.
Şin sibê di roja duyemîn de berdewam bike.














