PKANê li paytext Kopenhagenê Mihrîcana Çand û Hunerê ya Kurd li dar xist.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) li paytexta Danîmarka Kopenhagenê Mihrîcana Çand û Hunerê ya Kurd li dar xist. Nêzî hezar kes beşdar bûn û çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir. Di mihrîcanê de li ser pêvajoyê axaftin hate kirin. Di mihrîcanê de hunermendan konser dan, pêşangeh û dansên gel hatin nîşandan. Ji bo zarokan jî atolye û lîstik hatin birêxistinkirin.