Amed – Rêveberê Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Arîf Akkaya diyar kir ku sedema madenên tên avakirin şerê qirêj e û xwest jiyaneke hevpar û ekolojîk ava bikin.
Zozanê Hesendînê yê Pasûra Amedê bi destê şîrketên madenê tê talankirin. Şîrketa Anonîm a Bazirganiya Derve û Kanzakariyê ya Pasûrê ji bo lêgerina kanzayan bi awayekî bêhiqûqî dest bi lêgerina madanê dike. Di sala 2008an de şîrket ji bo lêgerina kanzayan bi awayekî derqanûnî “rapora ÇEDê ne pêwîst e” wergirt. Lê di nava 5 salan de tu lêgerîn dest pê nekir û rapora wan li gorî qanûnan hat betalkirin. Lê tevî ku proje hat betalkirin jî şîrketê dest bi lêgerîna madenê kir. Li dijî wan biryaran berxwedana xelkên zozanê û ekolojîstan berdewam dike. Meclisa Ekolojiyê ya Amedê li zozanê daxuyanî da. Rêveberê Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Arîf Akkaya têkildarî xebatên xwe yên li dijî madanê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Ji bo Zozanê Hesendînê çi hewce be em ê bikin’
Arif Akkaya diyar kir ku ew li dijî lêgerîna madanê hatine li Zozanê Hesendînê tev li çalakiyan bûne û got: “Ji bo jiyaneke ekolojîk em li vir piştgiriyê didin xelkên zozanê Hesendînê. Li ku kanên madanê hebe em ê jî li wir bin. Ji ber ku em jiyaneke bi rûmet û wekhev diparêzin. Em ji bo pêşeroja jiyana gelê Zozanê Hesendînê li vir in. Ji bo Zozanê Hesendînê çi ji destê me bê em ê bikin. Îro li her derê erdnigariya Kurdistanê dest bi lêgerîna madanê kirine. Îro pêvajoya aştiyê heye. Çek têne şewitandin. Divê em dijî vê talankirinê wekî ekolojîst û gel jiyaneke hevpar û ekolojîk avabikin.”
‘Dixwazin gel koçber bikin’
Arîf Akkaya destnîşan kir ku li ser axa Kurdistanê şerê taybet tê meşandin û got: “Sedema wan lêgerîna madanan şerê taybet e. Duh li Kurdistanê şer hebû, gund dihatin şewitandin û şêniyên herêmê bi zorê dihatin koçberkirin. Lê îro bi destê şîrketên madanê dixwazin gel koçber bikin. Her ku diçê kanên madenê zêde dikin û jiyanê li mirovan teng dikin. Ev lêgerînên kanên madenê tev bi alîkarî û hevkariya dewletê pêk tên. Îro li her derê Kurdistanê madan hene. Îro her derê welat agir heye, tê dîtin yên ku dijminê wan axan hene. Şerê qirêj li Kurdistanê didomê. Li dijî vî şerê qirêj divê em yekbûna xwe avabikin ku şer bê rawestandin.”