Li Mersînê 11 kesên ku ji ber axaftina bi Kurdî êrişî malbatekê kiribûn û Nasim Nazli bi giranî birîndar kiribûn serbest hatin berdan.
Li Taxa Kîsecîk a navçeya Çamliyayla ya Mêrsînê dema malbatek Kurd ku ji gundê Telîba navçeya Misirca Sêrtê ye, ji seyranê vedigeriya ji aliyê kesên wesayîta plakaya 01 ECL 92 de bûn hatin rawestandin. Koma nijadperest bi hinceta ku malbat bi Kurdî axiviye êriş kirin. Di encama êrişê de Sabîha Nazli a 66 salî û pitika xwe Ayla Avci metirsiyek mezin ji ser xwe avêtin. Bi alîkariya tîmên tenduristiyê zarok hat ser hişê xwe û Nasim Nazli jî bi giranî birîndar bûbû.
Piştî êrişê 11 kesên ku nasnameya hat tespîtkirin hatin binçavkirin. 9 kes piştî îfadeyên li emniyetê serbest hatin berdan û 2 kes jî sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin û ew jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.