Li Wargeha Penaberan a Mexmûr bi boneya 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 18emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4ê Nîsanê destpê kir.
Li Wargeha Penaberan a Rûstem Cudî (Mexmûr) Mîhrîcana Çand û Werzîşê ku her sal ji aliyê Komîteya Qada Perwerdeyê ve bi boneya 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 18emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4ê Nîsanê destpê kir.
Di çarçoveya Mîhrîcanê de ku li sahaya futbolê ya mezin a wargehê de tûrnûvaya futbolê ku ji 24 tîman pêk tê, destpê kir.
Bi sedan xwendevanên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî tevlî mîhrîcanê bûn.
Di mîhrîcanê de pankartên “18êmîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya Rojbûna Rêber Apo pîroz be”, “Bi bedewiya keziyan wê azadî pêk were” û “Em hebûn, em hene, em ê hebin” hatin hildan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin Endamê Komîteya Amadekar ya Qada Perwerdeyê Mamoste Cemîl Kara axivî.
Mamoste Cemîl Kara di axaftina xwe de da zanîn ku ew her sal bi boneya 4ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan weke Komîteya Qada Perwerdeyê bi çalakiyên cûr bi cûr, wê rojê pîroz dikin.
Cemîl Kara di dawiya axaftina xwe de got: “Em ê di hemû qadan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, têkoşîna xwe bi meşînin. Em 18emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4ê Nîsanê diyarî mîmarê azadiyê Rêber Apo û gerîlayên azadiyê dikin.”
Mîhrîcanê dê bi musabaqayên tûrnûvaya futbolê heta 2yê nîsanê dom bike.













