Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk li Minbicê kevirên Goristana Şehîdan dizinî.
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecih yên Minbicê, komên paralîmîter ên girêdayî dewleta Tirk kevirên goristanên şehîdên dizîn. Çavkaniyan dane zanîn ku diziya keviran di çarçoveya siyasetên plankirî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên têkbirina sembolên de têne kirin.
Komên paralîmîter ên girêdayî Artêşa Tirk di Kanûna 2024an de bajarê Minbicê dagir kir. Bi dagirkirinê re dest bi dizî û talankirina milkên giştî û taybet kirin. Tevî bangewaziyên niştechian jî, lê aliyên têkildar bêdeng in.