Mûş – Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş di panela pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de axivî û diyar kir ku esasê meseleyê qebûlkirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Di vê mijarê de êdî divê gav bên avêtin.”
Bi pêşengiya Baroya Mûşê, li Salona Konferansê ya Parêzer Tahir Elçî ya Baroyê, bi mijara “Mûş bi aktorên polîtîk re pêvajoya aştiya civakî nîqaş dike” panelek hat lidarxistin. Di panelê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê CHPê yê Enqereyê Okan Konuralp û Alîkarê Serokê Koma Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen wekî axaftvan cih girtin. Moderatoriya panelê Serokê Baroya Mûşê Kadir Karaçelîk kir. Tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî, gelek welatî jî beşdarî panelê bûn.
‘Hêzên ku pêvajoyê naxwazin jî hene’
Di panelê de ewilî Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku Mûş bi dehan salin bajarekî wisa ye ku hem ji şer bandor bûye û hem jî li ber xwe daye. Meral Daniş Beştaş bi bîr xist ku Tevgera Azadiya Kurd û Abdullah Ocalan ji destpêka salên 90î û vir ve gelek caran hewldanên aştiyê pêş xistine û got: “Koma aştiyê ya yekem a ku di sala 1999an de hat û yên piştî wê hatin, mixabin hatin girtin. Ev pêvajo bêencam man. Tevgera siyasî ya Kurd di her qadê de xwedî vîn e ku vê meselê bi rêyên derveyî şer çareser bike. Me pêvajoya 2013an jî dît. Lê mixabin ji bo têkbirina wê gelek tevger çêbûn û piştre gotin ‘bi dawî bû’. Bi Mutabakata Dolmabahçeyê re wisa hat kirin ku qey pêvajo tune ye.”
‘Divê statuya Abdullah Ocalan bê qebûlkirin’
Meral Daniş Beştaş bal kişand ser rapora komîsyona ku li Meclîsê hatibû avakirin û wiha domand: “Em teqez qebûl nakin ku meseleya Kurd bi têgeha ‘terorîzmê’ bê naskirin. Têkoşîna çekdarî encam e, ne sedem e. Her wiha statuya Birêz Ocalan jî heye û ew bi xwe di vê meselê de aktorekî siyasî ye. Divê ew azad be û bi awayekî azad bixebite. Esasê vê meselê qebûlkirina statuya Abdullah Ocalan e. Di vê mijarê de êdî divê gav bên avêtin.”
‘Ev pêvajo ne dişibe yên berê ne jî yên cîhanê’
Piştre Alîkarê Serokê Koma Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen axivî û destnîşan kir ku ev pêvajo ne dişibe hewldanên berê ne jî dişibe mînakên li cîhanê. Mehmet Emîn Ekmen got: “Ev pêvajo berî her tiştî bêçekkirinê, piştre jî çareserkirina meselê bi siyaseta demokratîk armanc dike. Di vê pêvajoyê de ji bilî Ocalan, Bahçelî û Erdogan, kî çi dibêje bila bibêje, divê em bi guman nêzîk bibin.”
‘Çarçoveya Meseleya Kurd heye lê tune ye’
Parlamenterê CHPê Okan Konuralp jî diyar kir ku meseleya Kurd ne pirsgirêkek e ku di cih de bê çareserkirin û got ku danîna çekan û axaftina li ser pirsgirêkê li her derê bi qîmet e. Okan Konuralp anî ziman ku desthilata AKP û Tifaqa Cumhur dixwazin vê meselê bêyî demokratîkbûnê çareser bikin û got: “Hinceta herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê çek û teror bû. Lê niha çek tune bin jî, nîqaş nayê kirin.”
Panel piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.














