• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    5emîn Foruma Sûriyeyî:  Ezmûna Rêveberiya Xweser bi ser ket

    5emîn Foruma Sûriyeyî:  Ezmûna Rêveberiya Xweser bi ser ket

    ‘Bi êrîşa li ser jinên girtî dixwazin tolê ji tevgera ‘jin, jiyan azadî’ hilînin

    ‘Bi êrîşa li ser jinên girtî dixwazin tolê ji tevgera ‘jin, jiyan azadî’ hilînin

    Zarokistana Perperike dest bi perwerdehiyê ya sala nû kir

    Zarokistana Perperike dest bi perwerdehiyê ya sala nû kir

    Navên akademîsyenên di komîsyonê de biaxivin diyar bûn

    Navên akademîsyenên di komîsyonê de biaxivin diyar bûn

    Ji cîhanê 39 jinan ji KEyê re ji bo Mafê Hêviyê name şandin

    Ji cîhanê 39 jinan ji KEyê re ji bo Mafê Hêviyê name şandin

    Karkerê bi Kurdî axivî ji kar hat avêtin

    Karkerê bi Kurdî axivî ji kar hat avêtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Li navçeyên Wanê ji bo Kurdî meşiyan

Wan / AW

2 HEZÎRAN 2025 - 19:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li navçeyên Begirî û Ebexê ji bo statuya zimanê kurdî meş hat lidarxistin. Di meşê da perwerdehiya bi zimanê dayikê hat xwestin û banga xwedîderketina zimanê kurdî hat kirin.

Sazî, dezgeh û partiyên siyasî yên Kurd, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û xwedî statu bi dirûşma “statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî” çalakî li dar xist in. Çalakiya ku dê sibê bi li ser gora Ehmedê Xanî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê bi dawî bibe, bi tevlibûna gelek kesan li navçeyên Bêgirî û Ebexê yên Wanê hat destpêkirin. Li her du navçeyan jî çalakvan bi dirûşmên “Bijî zimanê kurdî”, “Bê kurdî jiyan nabe”, “Kurd, kurdî, Kurdistan” hwd. û dowîzên “bê kurdî jiyan nabe”, “Kurd, kurdî, Kurdistan” meşiyan. Çalakvan, ewilî li navçeya Bêgiriyê di nava sukê de meşiyan û dûre derbasî navçeya Ebexê bûn. Çalakvanan li vir jî di nava sukê de meşiyan û piştre jî daxuyanî dan.

‘Her malekê bikin dibistaneke Kurdî’

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulşen Kûrt di daxuniyê de axivî û bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk”. Gulşen Kûrt diyar kir ku ev bang ji bo statuya kurdî gelek girîng e û divê dewlet gav biavêje. Gulşen Kûrt, anî ziman ku ji bo xwedîderketina kurdî herî zêde bar dikeve li ser milên jinan û bi lêv kir ku divê jin xwedî li zimanê xwe derbikevin. Gulşen Kûrt, bi domdarî wiha got: “Bi salan e gelê kurd li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê têdikoşe. Zimanê dayikê sembola wan, çanda wan, jiyana wan e. Divê gelê kurd vê nirxê biparêze û zindî bihêle. Kurdî zimanekî kevnar û dewlemend e, ji ber vê yekê divê em zimanê xwe yê dayikê zindî bihêlin û fêrî wan bikin. Ez ji vir bang li malbatên kurd dikim, divê em her malekê bikin dibistanek kurdî û zimanê kurdî fêrî zarokên xwe bikin.”

‘Nirxên neteweya Kurd nasbikin’

Dûre Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar axivî û wî jî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist. Heval Dilbihar, da zanîn ku ew heta dawiyê li pişt vê bangê ne û wiha got: “Heke îro desthilat ziman, çand, nav, bajar, gund û welatê me qebûl neke, çawa dê aştî çêbibe? Ji bo aştiyek birûmet divê nirxên neteweyî yên gelê kurd werin naskirin.”

Çalakiya zimanê kurdî, dê sibê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê berdewam bike. Wê çalakvan li têketina bajêr kom bibin û berê xwe bidin gora Ehmedê Xanî.

ş

Etîket: KurdîmesWanziman
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin bêrêxistin dibin’ hat destpêkirin

Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin bêrêxistin dibin’ hat destpêkirin

15 ÎLON 2025
DADSAZê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist

DADSAZê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist

13 ÎLON 2025
3 hezar û 647 dibistan deriyê xwe li perwerdehiya kurdî vedikin

3 hezar û 647 dibistan deriyê xwe li perwerdehiya kurdî vedikin

13 ÎLON 2025
ANKA-DER li ber MEBê daxwaza misogerkirina statuya kurdî kir

ANKA-DER li ber MEBê daxwaza misogerkirina statuya kurdî kir

12 ÎLON 2025
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin

12 ÎLON 2025
Heval Dilbihar: Heta ku zimanê Kurdî azad nebe aştiyeke civakî pêk nayê

Heval Dilbihar: Heta ku zimanê Kurdî azad nebe aştiyeke civakî pêk nayê

12 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (254)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne