Pîrozbahiya Newroza Wanê bi beşdariya deh hezaran kes pêk tê û bi coşeke bêhempa didome. Di pîrozbahiyê de posterek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.
Bi deh hezaran welatiyên ku ji saetên zû yên sibê ve berê xwe dan qada Newrozê ya li binê Keleha Wanê, bi peyamên xwe yekîtî û azadiyê qadê dihêjînin.
Qada Newrozê bi alên rengîn û pankartên ku daxwaza aştî, azadî û statuyê dikin hat xemilandin. Tevî hemû astengî û xalên kontrolê yên polîsan, gel bi tilîlî û dirûşman qada Newrozê dagirt. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên kurdewarî beşdar bûn, atmosfereke rengîn raxistin ber çavan.
Yek ji xalên herî girîng û baldar ên pîrozbahiyê vekirina wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Li naverasta qadê postereke mezin ê Abdullah Ocalan hat vekirin. Bi vekirina poster re, girse bi yek dengî dirûşmên dilsoziya bi Abdullah Ocalan re berz kirin.














