Li Nisêbînê dê êvarê ji bo piştgiriya Rojava çalakiya konvoya wesayîtan bê lidarxistin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî berdewam dikin. Gelê Nisêbînê ji bo xwedîderketina li destkeftiyên Rojava êvarê çalakiya konvoya wesayîtan û deng derxistinê li dar bixe. Rêveberên DBPê û DEM Partiyê li li taxan û dikandaran geriyan û her kesî vexwendin çalakiya konvoyê.
Rêveberên partiyan ev bang kirin: “Dem dema xwedîderketina li Rojava ye. Roj ne roja bêdengiyê ye. Bila hemû kes deng bide Rojava.”
Her wiha bang li welatiyan hat kirin ku sibê tev li meşa li Qoserê ji bo Rojava were lidarxistin bibin.













