Li Nisêbînê bi tevlibûna gelek welatiyan Şeva Yeldayê hat pîrozkirin.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji aliyê Navenda Çand û Huner a Rengînê ve Şeva Yeldayê hat pîrozkirin. Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Rengînê û Nûnertiya Egîtîm-Senê ya Nisêbînê, welatiyên ji bajarê Sinê yê rojhilatê Kurdistanê hatine û gelek welatî tev li pîrozbahiya Şeva Yeldayê bûn.
Destpêka pîrozbahiyê de hunermedên Navenda Çand û Hunerê ya Rengînê stran ji bo beşdaran gotin. Piştî stranan beşdaran Sêvên Mêxekrêj ku tu wateyê aştî û evînê çêkirin. Pîrozbahiya Şeva Yeldayê bi girtina dîlanê bi dawî bû.
Şeva Yeldayê ku şeva herî dirêj a salê ye di nav gelên Aryen de tê pîrozkirin. Li gor baweriya Êzdatiyê Şeva Yeldayê bi xwe re rojên ronahî û aramî tîne. Di nava Kurdan de Şeva Yeldayê bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê tê pîrozkirin.














