Li Pirsûsê polîsan êrişî bi deh hezaran kesên ji bo parastina Rojava meş li dar xist, kir. Di encam êrişan de gel li nava kolanan belav bû li ber xwe dide.
Bi deh hezaran kesên ku di nav de hevserok, serok, parlementer û nûnerên partî, sazî û dezgehên cuda hebûn ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê meşiyan. Di meşê de deh hezar bi berzkirina diûrşmeyan meşiyan û êrişên li ser Rojava şermezar kir. Polîsan xwe li meşê ranegirtin û bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrişî girseyê kirin û li dijî êrişan gel dest bi berxwedanê kir. Bi hezaran kesên li kolanan belav bû, bi sloganan êrişên polîsan û çeteyên li Rojava şermezar kir.
Li navçeya Pirsûsa Rihayê bi ramanca şermezarkirina êrişên çeteyên HTŞ û DAIŞê yên girêdayî dewleta Tirk meş hate li darxistin. Bi deh hezaran kesên Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglu, Parlementera EMEPê Sevda Karaca, Serokê Giştî yê EHPê Hakan Ozturk, Hevserokê Giştî yê ESPê Murat Çepnî, Hevserokê SYKPê Mertcan Tîtîz, Berdevka SODAPê Kezbaan Konûkçû, Berdevka TOPê Jûlîana Gozen, nûnerên partiyên Yeşîl Sol Partî, Partiya Şoreşker, Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) û bi dehan partî, sazî û dezgehên civakî di nav de dest bi meşê kirin.
Li dijî êrişî berxwedana gel
Girseyê bi sloganên, “Bijî Kurdistan”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek yek yek e, Kurdistan yek welat e”, “Bijî Serok Apo”, “Rojava xeta me ya sor e” ber bi Kolana Kobanê ve dest bi meşê kir. Polîsan li serê Kolana Kobanê pêşiya girseyê girt, destûr neda meşê. Li ser israra gel, polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrişî girseyê kir. Li ser êrişa polîsan gel li kolanan belav bû û dest bi berxwedanê kir.
Çalakî li kolanan didomin
Girseya li kolanan belav bûyî bi sloganan berxwedana xwe didomîne. Li kuçeyan di navbera komên hewil didin bigihin hev û polîsan de car car pevçûn rûdidin. Niha li hemû kolanên Pirsûsê sloganên dilsoziya YPG, YPJ û HSDê re olan didin.











