Riha – Li navçeya Pirsûsê bi hezaran kes li dijî êrişên çeteyên HTŞê, SMO û Tirkiyeyê çalakiya meşe li dar xistin û xwestin derbasî Kobanê bibin. Dî encama êrişa polîsan a girseyê de 5 kes hatin binçavkirin û 3 kes birîndar bûn.
Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê bi hezaran kes xwestin bimeşin ser sînorê Kobanê ya navçeya Pirsûsê û ji sînor derbas bibin. Polîsan çûyina girseyê li ser sînorê Kobanê asteng kir û êrişî welatiyan kir. Bi êrişa polîsan ve welatî bi dirûşim û keviran bersiva astengiya polîsan da û belavî kolanan bûn. Welatî demekê dirêj li kolanan bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî êriş û astengiya polîsan dan. Bi ser vê yekê polîsan êrişî girseyê kirin û 5 kes binçavkirin. 3 welatî jî di êrişa polîsan de birîndar bûn.
Navê binaçavkiriyan
Navê welatiyên ku hatinê binçavkirin wiha ne; Berîtan Aksu, Muhsîn Aydogdu, Mehmet Aslan, Muhammed Kaplan û Recep Balî.”
Ji kesên birîndar bûnê Tacattîn Kaman jî ber fişeka plastîk a polîsan avêtiye, ji çavê xwe birîndar bû. Hat hîn bûn Tacettîn Kaman dê sewqî nexweşxaneya Dîlokê bê kirin.







