Şaredariya Pirsûsê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Navenda Qursa Zimanê Kurdî û Etûdê ya Ehmedê Xanî vekir.
Li Taxa Aligorê ya navçeya Pirsûsa Rihayê, bi boneya Roja Zimanê Dayikê navendekê bi navê “Navenda Kursa Zimanê Kurdî û Etûdê ya Ehmedê Xanî” ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hat vekirin. Beriya merasîma vekirinê, ji bo zarokan çalakiyên curbecur hatin lidarxistin. Di dema vekirinê de Hevşaredara Pirsûsê Ayten Kaya axivî û wiha got: “Zimanê me, dîrok, hebûn û çanda me ye. Em ê heta dawiyê xwedî li zimanê xwe derkevin.”
‘Ziman hebûna gelekê ye’
Hevşaredar Muslum Baran jî ev tişt got: “Îro ji bo me rojekî dîrokî ye. Ehmedê Xanî dibêje ku ziman hebûna gelekî ye. Ji ber vê yekê, divê em Kurdî di her qada jiyanê de bi kar bînin. Bila ev kurs tenê wekî sembolekê nemîne, divê her kes xwedî lê derkeve.” Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku zimanê Kurdî bi metirsiya windabûnê re rûbirû ye û got: “Em li ku derê bin bila bibin, divê em bi Kurdî biaxivin. Werin em xwedî li zimanê xwe derkevin.”
Piştî axaftinan, deriyê etûdê hate vekirin û di polan de dersekî sembolîk a Kurdî hate dayîn.













