Balafirên şer gelek deverên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan baregehên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê yên berê hatin hedefgirtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Li bajarê Qamişloyê dengê teqînan hat bihîstin û her wiha li Amûdê û bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê teqînan hat bihîstin.
Li gorî agahiyên destpêkê, balafirên şer ên Îsraîlê baregehên berê yên rejîma Sûriyeyê bombebaran kirin.