Malbatên sivîl û şervanên ku di meha Çileyê de ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatibûn dîlgirtin, li bajarê Qamişloyê daketin qadan û xwestin ku dîlgirtî demildest serbest bên berdan.
Li gorî Peymana 29ê Çileyê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî de diviya dîlgirtî serbest bihatina berdan. Lê ligel beşek dîlgirtiyan hatin berdan jî hêj gelek kes di destê Hikûmeta Demkî de dimînin. Malbatên ku li Çerxerêya Sonî ya Qamişloyê kom bûn, çalakî li darxistin û bi dowîzan daxwaza serbest berdana dîlan kirin.
‘Heta zarokên me venegerin aramî çênabe’
Di xwepêşandanê de malbatan wêneyên dîlgirtiyan hildan û bi diruşmeyan bang li aliyên têkildar kirin ku zextê li Hikumeta Demkî bikin. Malbatan diyar kir ku ew di nava fikarên mezin de ne û wiha gotin: “Heta ku zarokên me serbest neyên berdan û venegerin malên xwe, aramî nakeve jiyana me. Divê ev êş bi dawî bibe.”
Banga ji bo saziyên mirovî û navneteweyî
Beşdarên çalakiyê destnîşan kirin ku girtina sivîl û şervanan li dijî pîvanên navneteweyî ye. Xwepêşanderan bang li saziyên mafên mirovan û navneteweyî kir ku li ser dosyaya dîlgirtiyan bixebitin û ji bo azadiya wan di demeke kin de gavan biavêjin.
Zêdetirî hezar dîlgirtî hene
Mijara dîlgirtiyan di rojeva Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye. Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, beriya niha di civînekê de bi malbatên dîlgirtiyan re agahiyên girîng parve kiribûn. Ebdî diyar kiribû ku hezar û 70 sivîl û şervan di destê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de dîl girtî ne û hewildanên wan ên ji bo azadiya wan berdewam dikin.













