Li Qetarê helîkopter ket. Di helîkoptera ketî de 4 leşkerên Qetarê, leşkerek Tirk û 2 teknîsyenên ASELSANê bi giştî 7 kes mirin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê daxuyand ku li Qetarê şeva 21ê Adarê helîkopterek ku di navbera Tirkiye û Qetarê de ji bo hevkariya leşkerî dihat bikaranîn ketiye. Wezaret diyar kir ku 4 leşkerên Qetarê, leşkerek wan û 2 teknîsyênên ASELSANê di qezayê de mirine.
Wezaret diyar kir ku wan xwe gihandiye helîkoptera ku ketiye deryayê.
Derbarê sedema ketina helîkopterê de lêkolîn hate destpêkirin.







