Şirnex – Li gundê Hodane yê Qilebanê di navbera gundiyên xwedî erd û kesên xwediyê rûxseta kanên komirê de peçvûn derket û kesek birîndar bû. Beriya pevçûnê kepçeyeke li kana komirê hate şewitandin.
Li gundê Hodane yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê şevê din ji aliyê hin kesan ve kepçeyek di qanên komirê de dixebite hat şewitandin û 3 makîneyên kar jî zerar dît. Hate hînbûn ku li ser vê buyerê serê sibê di navbera şeniyên gundê Hodane ku xwediyê erdin û xwediyê rûxseta qanên komirê de pevçûn derket. Di pevçûnê de kesekî navê wî nehat zanîn birîndar bû û rakirin Nexweşxsneya Qilebanê.
Li gor agahiyan kesên di navnera wan de gengeşî derketiye ji ber parvekirina pereyên ji xwezaya talanê tê li hev nekirine û şerê hev kirine.