Civînên gel ên bi pêşengiya TJA, DEM Partî û DBPê li Rihayê û Amedê hatine destpêkirin bi hemû hêza xwe didomin.
Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera JinênAzad (TJA) civînên gel berdewam dike. Di civînên de têxwestin ku gelê Kurd bang û perspektîfa Rêberê Gelê Kurdbaş werê femkirin. Di civînan de perspektîfa Rêberê GelêKurd Abdullah Ocalan tê xwendin û li ser mijara pêvajoyê nirxandinên gel tên xwestin. Li her bajarê Kurdistanê civîn bi girseyî berdewam dike.
Li Riha û Amedê jî civînên gel bi roj û şev, tax bi tax û gund bi gund berdewam dikin. Li taxa Hurriyetê ya Wêranşarê, li gundê Goktepe yê Bêrecûkê, li gundê Lebena yê Serekaniyê, li Siwêregê, gundê Xuşxuk ê Curna Reş û taxa Şilbe ya Yenîşehîra Amedê bi tevlîbûna gel kesan berdewam dikin. Kesên ku tev li civînan bûn xwestin ku pêngava rêxisitinbûyînê berdewam bike.