Li Rihayê li dijî êrişên çeteyên DAIŞ, HTŞ, SMO û Tirkiyeyê li ser Rojava li ser diwaran nivîsên weke, “Rojava, DefendKobane, YPG, YPJ û HSDê” hatin nivisîn.
Li dijî êrişên çeteyên HTŞ, SMO, DAIŞ û Tirkiyeyê li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat çalakî berdewam dikin. Li navenda Rihayê jî welatiyan ji bo piştgirî bidin Rojava li ser diwaran nivisîn. Welatiyan bi nivîsên, “Rojava, DefendKobane, YPG, YPJ û HSDê, SaveKobanê, Pêşî Kurd” piştgiriya berxwedana Rojava kirin.













