Bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn bi dirûşma “Min destê xwe da destê zarokan, wan ez gihandim azadiya asîmanan” 10’emîn Mihrîcana Zarokan dest pê kir.
Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJÎNHA) bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û bi tevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), 10’emîn mihrîcana zarokan bi dirûşma “Min destê xwe da destê zarokan, wan ez gihandim azadiya asîmanan” dest pê kir. Mihrîcana ku dê sê rojan bidome, li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarê Rimêlanê tê lidarxistin.
Nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi sedan zarokên Kantona Cizîrê beşdarî mihrîcanê bûn. Mihrîcan bi beşdariya 35 komên ji Qamişloyê, 20 komên ji Hesekê, 10 komên ji Reqayê, 9 komên ji Kobanê û ji Helebê jî 9 komên şano, govend û stranan, tê lidarxistin.