• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’  NÛÇEYA LEZGÎN

    ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’ NÛÇEYA LEZGÎN

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Cizîrê komxebatê li dar dixe

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’  NÛÇEYA LEZGÎN

    ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’ NÛÇEYA LEZGÎN

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Cizîrê komxebatê li dar dixe

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TEV-ÇAND: Em nikarin spasiya hunermendên Kurd bikin!

Daristan Pala / AW

18 ÇILE 2026 - 09:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Hevserokên TEV-ÇANDê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kantona Cizîrê, derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de bal kişandin ser bêdengiyê û gotin: “Em nikarin spasiya hunermendên Kurd bikin, ji ber ku dengê xwe zêde bilind nekirin.”

Çeteyên HTŞê û SMOyê ku di 6ê Çileyê de êrişek berfireh li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê dabûn destpêkirin û komkujî li dijî xelkê taxan pêk hatin. Niha jî li gelek deverên derûdora Reqayê û Tebqayê êrişên çeteyan dewam dikin. Bi belavbûna êrişan re Kurd û dostên xwe li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê rabûn ser pêya. Çalakî û xwepêşandanên protestokirina êrişên li ser Rojava berdewam dike.

Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sumeya Mihemed û Hevserokê TEV-ÇANDê yê Kantona Cizîrê Selman Birahîm, derbarê bêdengiya hunermendên Kurd û êrişên li Rojavayê Kurdistanê de ji ajansa me re axivîn.

‘Em êdî pişta xwe bi dewletan mezin nakin’

Hevseroka TEV-ÇANDê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sumeya Mihemed diyar kir ku ew çiqas jî behsa berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin jî têrê nake. Sumeya Mihemed anî ziman ku rojavayê Kurdistanê dorpêçkirî ye û gefa qetlîamên mezin li ser e û got: “Ev bi rojan e zarok, jin û kal û pîr şehîd dibin. Çawa li Helepce, li Şengal û cîhên din komkûjî pêk anîn, heman tişt li Şêxmeqsûdê jî dikin. Miletê me yê Rojava berxwedêr e û hêza xwe ya leşkerî tenê nahêle. Ev êrişên tê kirin her kes dizane ku komployeke li dijî miletê Kurd e. Bi çekên giran êriş kirin taxan û her kes jî dizane tiliya dewleta Tirk û dewletên qirêj tê de ye. Bêdengiya navneteweyî jî metirsiyên li ser miletê me mezintir dike. Em êdî pişta xwe bi dewletan mezin nakin. Heta niha me li ber xwe da û em ê dîsa li ber xwe bidin. Axa me ji bo me şeref û namûs e.”

‘Em nikarin spasiya hunermendên Kurd bikin’

Sumeya Mihemed bal kişand ser bêdengiya hunermendan a li dijî van êrişan û got ku hunermend hêzê dide gelê xwe, lê li Bakur, Başûr û Rojhilat hunermendan dengê xwe zêde bilind nekirin. Sumeya Mihemed bi domdarî got: “Em nikarin spasiya hunermendan bikin, ji ber ku erkek jî li ser milê wan e. Divê em weke hunermend li dijî şerên li ser welatê me dengê xwe bilindtir bikin. Em bêdeng nemînin, xwedî derbikevin, çalakiyan bikin, bi meşan, bi axiftinan ev milet ji we moral digire. Şerê li Rojavayê Kurdistanê, li ser Başûr, Bakur û Rojhilat jî bandoreke mezin dike û Rojava here dê hedef bibe Başûr, Bakur û Rojhilat. Şerê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê di nav tevahiya miletê Kurd de hişyarbûneke mezin çêkir û divê wisa be jî.”

‘Divê em yek dest, yek mêjî û yek ruh bin’

Sumeya Mihemed destnîşan kir ku heta kenqî ew dê di bin vê zilmê de bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev 15 sal in miletê Rojavayê Kurdistanê di bin gefê de ye, zarok nikarin behsa kêfxeşiya xwe bikin, behsa lîstikên xwe bikin, jiyana xwe bikin. Rojeva zarokên me jî şer e. Zarok, bê dayik û bav dimînin û em êdî vê yekê qebûl nakin. Îro roja şeref û namûsê ye, bangawaziya me li tevahiya hunermendan e ku xwedî li hevdu derkevin. Êdî wan nakokiyan ji nava xwe derxînin, ev nakokî xizmeta miletê me nake. Divê em yek dest, yek mêjî, yek ruh bin ku em bikaribin miletê xwe û hêza xwe biparêzin.”

‘Dixwazin civakê bikin kole’

Hevserokê TEV-ÇANDa Kantona Cizîrê Selman Birahîm jî ku bal kişand ser aloziya li Sûriyeyê û diyar kir ku divê ji ber bandora Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê pirsgirêk li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bê çareserkirin. Selman Birahîm anî ziman ku şoreşa Sûriyeyê hatiye dizîn û got: “Hêzên şoreşê bê plansazî bûn û hema digotin ‘Em ê Beşar hilweşînin ew kesekî kedxwar û dîktator e’. Xeteke wan ya siyasî tunebû. Gelek kesên tekfîrî ango bi navê misilmantiyê zilmê dikin, bi destê Tirkan derbasî nava civaka Sûriyeyê bûn. Gelek kom û rêxistinên cuda derketin holê û ji sedî 90ê wan jî Tirk bûn. Pêşengiyeke baş ji şoreşê re nehat kirin û zemîna wê xurt nebû. Gelê Sûriyeyê ji bo azadiyê tî bû û hema xwest Esad bikeve. Piştî 15 salan Esad xistin, lê şoreş ket destê kê? Ket destê kesên tekfîrî yên herî paşketî û radîkal. Ev kes bê çand û bê dîrok in, di kesayetên wan de nexweşiyên derûnî yên weke kuştinê hene û dixwazin civakê bikin koleyên xwe.”

‘Ev şerê berevajîkirina rastiyê ye’

Selman Birahîm destnîşan kir ku di rewşên awarte de çand û huner li dijî ragihandina derewkar şer dimeşîne û da zanîn ku erka çand û hunerê ragihandina rastiyê ye. Selman Birahîm bi lêv kir ku çand û huner divê li dijî paşverûtiyê bêtir afirandineke mirovahî çêbike û wiha pê de çû: “Ji bo ku civaka navneteweyî ji şerê cîhanê yê 3yemîn, qirkirin, talankirin û koçberiyê xelas bike, divê çand û huner di nava civakê de bêtir afirandinan bike. Li kîjan welatî be ferq nake divê hevsengiyeke ragihandinê bi çand û hunerê re hebe. Serkeftina me ya vî şerî, di çand û huner û ragihandinê de ye, heta parastinê jî. Şerê niha tê meşandin, şerê şikandina vîna me, berevajîkirina rastiyê ye.”

‘Dixwazin welat bixin bin kontrola kesên biyanî’

Selman Birahîm bal kişand ser şerê li Helebê û got ku Kurd bi tiştên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê çêbûne gelek diêşin. Selman Birahîm bi domdarî ev tişt anî ziman: “Keç û xortên me dibêjin heke ev Sûriyeyî bin ew naxwazin bi wan re bijîn, ew serxwebûn û azadiyê dixwazin. Lê em dizanin ev kes ne ji Sûriyeyî ne, ev kes ji Ûygûr, Tirkmenistan, Çeçenistan, ji Asyaya Navîn, Tûnûs, bakurê Afrîka, Sûdî Erebistan hwd. ku birçî, xwedî pirsgirêk in li vir kom kirine û dibêjin bila baweriya we bi van bê. Li ser ragihandinê mafên Kurdan, Dûrziyan, Elewiyan dibêjin, lê dixwazin hemû welat bixin bin kontrola xwe û van kesên biyanî. Bi vê yekê nikarin welat ava bikin. Me niyeta wan li Sahîlê dît.”

‘Emrê vê hikûmetê kêm e’

Selman Birahîm diyar kir ku di şer de jî exlaqek heye û wiha got: “Exlaqek şer heye, hûn çawa dilê kesekî jê derdixin? Qanûnên navneteweyî hene, hûn çawa zarokeke deh salî dixeniqînin? Kesên ku xwediyê vî exlaqî tê dibêje, ‘Ez dê bibim xwediyê te, ez dê li te xwedî derbikevim û aramiyê ji te re bînim’. Bi hovane mirovan dikujin û behsa aramiyê dikin. Ev yek li Şêxmeqsûd jî derketin pêşiya me. Dibêjin ku wan li dijî artêşekê şer kirine. We bi hemû hêza xwe û piştgiriya dewleta Tirk û dewletên din şerê 300 kesan kir. Em çawa baweriya xwe bi we bînin? Gelek Sûriyeyî ji êrişên hovane yên li ser Kurdan aciz in û qebûl nakin. Dibe ku Tirkiye, Amerîka, Îsraîl hwd. li pişt wan bin, lê emrê vê hikûmetê kêm e û dê bikeve.”

 

Etîket: EşrefiyeHelebRojavaRojavayê KurdistanêŞêxmeqsûdTEV-ÇAND
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

16 HEZÎRAN 2026
Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

14 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

1 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed piştî 9 salan Efrînî guhdar kirin

Îlham Ehmed piştî 9 salan Efrînî guhdar kirin

29 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

    Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Zimanê Kurdî cih û wareke nû: Zimanxane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’ NÛÇEYA LEZGÎN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Tirkiyeke demokratîk tenê bi demokrasiyeke xwecihî dikare were avakirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Cizîrê komxebatê li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Rewşa îro ya li Kurdistan û cîhanê yekitiyê li ser me ferz dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi guhertin û derxistina qanûnan daristan ji talanê re têne vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hê jî ciwan weşanxaneyên Kurdî nizanin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (544)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne