Li paytexta Erebistana Siûdî, Riyadê, li dijî Balyozxaneya DYAyê bi balafirên bêmirov êrişek pêk hat. Piştî teqîneke mezin li avahiyê şewat derket.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî û Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî hatine girtin, du balefirên bêmirov û biçek yên ku ne diyar aydî kîjan welatî ne, Balyozxaneya DYAyê ya li Riyadê kirin hedef. Piştî teqînê li beşeke avahiyê şewateke mezin derket û dûmanên reş li seranserê bajêr hatin dîtin.
‘Mirî tunene’
Hate ragihandin ku ji ber êriş di saetên zû de pêk hatiye û avahî vala bûye, tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye û birîndar nîn in. Tîmên agirkujiyê mudaxeleyî şewatê kirin û hat diyarkirin ku agir hatiye kontrolkirin, lê li avahiyê zirarên madî yên mezin çêbûne.













