Amed – Li Amedê welatiyan xwest ku aliyên siyasî yên Rojava demildest yekitiyê ava bikin û Kurd bi hev re xwedî li destkeftî û statuya Rojava derkevin.
Li aliyekî li dijî bajarên Rojavayê Kurdistanê êriş û gef hene, li aliyekî jî hêz û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û xelkê Rojava li dijî êrişan li ber xwe dide. Piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed-Baas êrişên li dijî Rojava zêdetir û giran bûn. Piştî hilweşandina hikûmeta Şamê, niha çavê her kesî li ser Kurdan e. Her kes meraq dike û dibêje gelo ka wê pozisyona Kurdan çi be.
Piştî hilweşandina rejîmê û bi zêdebûna êrişên li ser Rojava re, aliyên siyasî yên Kurd hevdîtinan dikin ku tifaqek û yekitiyek di nav xwe de çêkin. Niha li Rojava yek ji rojevên sereke mijara yekitiyê ye. Tê gotin heke aliyên siyasî li hev bikin dê di bin navê tifaqê de wek şandeyek biçin Şamê.
Nîqaşkirina yekitiyê ya li Rojava kêfxweşiyê dide Bakurê Kurdistanê û aliyên din ên Kurdistanê. Me li kuçe û cadeyên Amedê ji xelkê mijara nîqaşkirina yekitiyê ya li Rojava pirs kir. Welatiyan detnîşan kir ku ew dixwazin demildest aliyên Kurd ên Rojava yekitiyê ava bikin û da ku dikaribin bi hev re xwedî li destkeftî û statuya xwe derkevin.
Welatiyan diyar kir ku dermanê çareseriya li Rojava yekitî û tifaq e û xwestin Kurd bi hev re xwedî li Rojava derkevin.