Gelê Rojavayê Kurdistanê îro li 7 navendên wekî Heseke, Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Amûde, Qamişlo û Tirbespiyê berê xwe didin qadan û bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî û Newroza Yekîtiya Demokratîk a Kurd” Newrozê pîroz dikin.
Li Rojavayê Kurdistanê îro li 7 navendên wekî Heseke, Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Amûde, Qamişlo û Tirbespiyê Newrozê pîroz dikin. Li bajarê Hesekê û gundewarên wê bi hezaran kesî di saetên sibehê de berê xwe dan qada Newrozê. Bi hezaran kesên li bendava dikeve rojhilatê Hesekê hatin cem hev dê Newrozê pîroz bikin. Şêniyên Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir jî dê li gundê Çolbistan Newrozê pîroz bikin. Li Qamişloyê jî pîrozbahî dê li Stadyûma 12ê Adarê pêk bên. Newroza Tirbespiyê li gundê Dîrecîkê, Newroza Amûdê li Çaxir Bazarê pêk tên.
Pîrozbahiyên van bajaran bi boneya nixteyê ji 21ê Adarê taloqî îro hatibûn kirin.














