Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Rojavayê Kurdistanê de kêliyên rengîn derketin holê.
Li Rojavayê Kurdistanê şêniyên gundewarên herêma Koçerat û Beravê li Dêrikê Newrozê pîroz dikin. Ligel hewayê neyînî jî bi hezaran tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Qada pîrozbahiyê bi sembolên kurdî, alên YPG û YPJê hatin xemilandin. Di bernameya pîrozbahiyê de piştî pêxistina meşaleya Newrozê, Endama Desteya Hevserokatiya PYDê Foza Yûsif û Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf axivîn. Foza Yûsif û Mihemed Şerîf dê biaxivin. Di pîrozbahiyê de dê Koma Cûdî, Koma Ava Şîn, Koma Elefretiya, Koma Koçerat, hunermend Hesen Dêrik û Şivan Cizîrê derkevin ser dikê.
Li ser riyan renîniya Newrozê
Çûyîna gel a ber bi qadên pîrozbahiyê ve dewam dike. Kêliyên gel ên herikîna ber bi qadê ve dîmenên rengîn derxistin holê. Welatî ji gelek gund û taxan bi derfetên xwe bi coş û peroj hatin qada pîrozbahiyê.



















