Li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê bi sed hezaran kes li dijî komploya 15ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û komplo protesto dikin.
Li bajarên Rojavayê Kurdistanê bi sed hezaran kes bi boneya salvegera 27emîn a Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qad û kolanan. Çalakî û meş bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu” pêk tê.

Li Qamişlo, Til Temir, Dirbêsiyê, Hesekê, Amûdê, Girkê Legê, Çilaxa, Dêrikê û gelek navendên din bi sed hezaran wêneyên Abdullah Ocalan hildan û li qadan hêrs û nerazîbûna xwe nîşanî komploya 15ê Sibatê didin.
Meş û çalakiyên şermezarkirina komploya 15ê Sibatê ya îsal di bin siya êrişên qirkirinê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û peymana di navbera Rojava û Şamê de hatiye îmzekirin pêk tên.
Berfirehiya nûçeyê dê bê…













