Li Sîneyê mêr jina kurd a bi navê Xezale Hedudî, kuşt.
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafê Mirovan (HERANA) a Îranê diyar kir ku li gundê Zaxanî ya navçeya Qurwe ya Sîneyê mêrekî jina Kurd Xezale Hedudî kuşt. Li gorî nûçeya ROJNEWSê Xezalê Hedûdî bi giranî birîndar bû û li nexweşaneya Kewser jiyana xwe jî dest da. Nehat hîn bûn ku kujer kî ye. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan sala borî li Rojhilat 47 jin hatine kuştin û 97 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.