Rejîma dewleta Îranê zext û binçavkirinên li beramberî dengên nerazî didomîne. Hat diyar kirin ku di 11 rojên borî de rejîma Îranê 20 ajokarên wesayîtên barhilgir ku di grevê de ne, binçavkirine.
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê di nûçeyek xwe de eşkere kir ku di nava 11 rojên çalakiya grevê ya ajokarên barhilgir yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ragihandine, 20 ajokar ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin. Di nûçeyê de hatiye gotin ku 11 rojin li seranserî bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê şufêrên wesayîtên barhilgir li dijî kêmkirina dana mazotê, zêdebûna lêçûnên sîgortayê, kêmkirina heqê bar, zêdebûna lêçûnên lênêrîna wesayîtan û nebûna ewlehiya pêwîst, ketine di grevê de û naçin ser kar. Li aliyê din çalakvanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bang li welatiyan dikin ku piştgiriya daxwazên ajokaran bikin.