• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 8ê NÎSANA 2026an

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Leşekerên tirk gundekî Amûdê gulebaran kirin

    Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

    Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

    Dayika Aştiyê Zekiye Alim jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Zekiye Alim jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 8ê NÎSANA 2026an

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Leşekerên tirk gundekî Amûdê gulebaran kirin

    Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

    Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

    Dayika Aştiyê Zekiye Alim jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Zekiye Alim jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê dest pê kir

Navenda Nûçeyan / AW

8 NÎSAN 2026 - 11:05
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Li Şengalê, bi hatina meha Nîsanê re yekemîn pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê ku wekî “Sersala Êzidiyan” tê qebûlkirin, bi coşeke mezin destpê kirin. Meclîsa Gel a Şengalê jî bi peyamek dîtbarî cejn pîroz kir.

Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê destpêkirin. Cejna ku wekî Cejna Feqîran jî tê zanîn her sal bi çalakiyên cur bi cur tê pîroz kirin. Civaka Êzidî ya li Şengalê, cejna ku nîşaneya nûbûna xwezayê û destpêka salê ye, bi rengên biharê re kirin yek. Duh êvarê, tebeqeya Feqîran û gelek malbatên Şengalî dest bi amadekariyên cejnê kirin; hêkên ku sembola afirandina cîhanê ne bi rengên xwezayî hatin xemilandin û kulîlkên sor ên Nîsanê li ber deriyên malan hatin danîn.

Meclîsa Gel bi kurtefîlmekê cejn pîroz Kir

Meclîsa Gel a Şengalê jî bi boneya cejnê peyameke taybet weşand. Meclîsê bi dîmenên ku wekî kurtefîlmekî hatine amadekirin û rêûresmên koka Êzidatiyê nîşan didin, cejna Çarşema Serê Nîsanê li tevahî civaka Êzidî pîroz kir. Di peyamê de girîngiya parastina çand û baweriya resen a Şengalê hate destnîşan kirin û hate xwestin ku civak nasname, çand, rêûrismên xwe biparêze.

Serdanên cejnê pêk tên

Pîrozbahiyên îro bi seredanên malbatan destpê kir. Tê payîn ku piştî nîvro li gelek deverên Şengalê gel kom bibe û bi gerandina govendên gelerî cejna xwe bi coşeke geştir pîroz bike.

Her wiha li gel pîrozbahiyên Çarşema Feqîran/Çarşema Serê Nîsanê, di 15ê Nîsanê de jî pîrozbahiyên Çarşema Bavê Şêx ku li Iraqê wekî roja fermî tê qebûlkirin, dê li perestgeha Laleşê û li her derê civaka Êzidî lê heyî, merasîmên fermî werin pêk anîn.

Etîket: Çarşeba Bavê ŞêxCejna Çarşema Serê NîsanêÊzidîLaleşMeclisa Gel a ŞengalêSengal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

5 NÎSAN 2026
Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

28 ADAR 2026
Veysî Aktaş peyam şand kongreya MXDŞê: Xweparastina Êzidiyan çandî, siyasî û civakî ye

Veysî Aktaş peyam şand kongreya MXDŞê: Xweparastina Êzidiyan çandî, siyasî û civakî ye

28 ADAR 2026
Xelkê Tilezêr: Ji bo aramiya Şengalê biryara komkirina çekan betal bikin

Xelkê Tilezêr: Ji bo aramiya Şengalê biryara komkirina çekan betal bikin

28 SIBAT 2026
Suham Şengalî: Welatên ku jenosîda Êzidiyan qebûl kirine niha bêdeng in

Suham Şengalî: Welatên ku jenosîda Êzidiyan qebûl kirine niha bêdeng in

28 SIBAT 2026
Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

27 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî Balyozxaneya Îsraîlê êrîş: kesek hat kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê Wanê: Bajêr ji bo erdhejeke nû ne amade ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 8ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşekerên tirk gundekî Amûdê gulebaran kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (291)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne