Di nava komên çete yên ku êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin de kesên ku alên DAIŞê li ser singa wan hene.
Dema ku kanala Qeterê Al Jazeera, di weşana zindî de êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê radigihand, di dîmênên ku hatin weşandin de li ser singa hinek kesan alên DAIŞê hene. Ev komên ku niha li Helebê ne, amadekariyê dikin ku bi ser taxên Kurdan de
bigirin û li dijî niştecîhan paqijiya etnîkî pêk bînin. Her wiha di dîmenan de xuya
dike ku komên girêdayî hikûmeta demkî jî li kêleka çeteyên DAIŞê cih digirin.













