• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Amed di nava mijê de ma

    Amed di nava mijê de ma

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 08ê KANÛNA 2025an

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

    Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

    Bi girseyî çûn şîna HPGiyan

    Bi girseyî çûn şîna HPGiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Amed di nava mijê de ma

    Amed di nava mijê de ma

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 08ê KANÛNA 2025an

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

    Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

    Bi girseyî çûn şîna HPGiyan

    Bi girseyî çûn şîna HPGiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li ser sînor bang kirin: Em kamera û pênûsên wan li erdê nahêlin

Navenda Nûçeyan / AW

21 KANÛN 2024 - 15:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nûnerên TJA, MKG, DFG û saziyên din li sînorê Nisêbin-Qamişloyê daxuyanî dan û gotin “Em kuştina rojnamegeran şermezar dikin. Em ê kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin.”
Çalakiya nobeda sînorê Nisêbîn-Qamişloyê ku li dijî êrîşên komên çekdar û Tirkiyeyê yên li ser gelê Rojava didomin, di roja 9emîn de berdewam dike. Çalakgerên nobeta sînor daxuyanî dan û kuştina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kirin.

Çalakiya nobeta sînorê Nisêbîn Qamişloyê ku di 13ê Kanûnê de di pêşengiya TJA, DBP û DEM partiyê de dest pê kir, di roja 9an de li ser sînor didome. Her rojê sazî û rêxistinek ji bajarên derdorê tên û li ser sînor daxuyaniyê didin çapemeniye. Girseya ku serê sibê li ser sînor kom bûn dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin”, “Rojava rumetê meye”, “Rojava dile me, berxwedan karê me” berz kirin. Çalakgeran berdilkên ku li ser “Ji şer re na” û “Bijî berxwedana Rojava” hatiye nivîsandin li xwe kirin. Girseyê li ser sînor wekî her roj stran gotin û govend gerandin.
Nûner û rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKG) jî beşdarî çalakiyê bûn. Dîsa nûnerên TJA û DBPê yên Şirnex û Bêdlisê hatibûn jî tev li daxuyaniye bûn û bertekên xwe anîn ziman.

Ewil Seroka MKGê Roza Metîna li ser sînor axivî û wiha got: “Ji bo em bibin denge Gulistan Tara, Nagîhan Akarsel, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin em li vir in. Ji bo em bibin dengê kedkarên çapemeniya aza dli vir in. Ji bo em bibin dengê hemû kedkarên çapemeniya azad ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane li vir in. Çapemeniya azad, di ronîkirina heqîqet û rastiyan de xwedî rolek gelek girîng e. Bi taybet rol û rista rojnamegerên jin dikin. Ji ber rola çapemeniyê di pêşengiya civakê de girîng e, êrîşî çapemeniya azad dikin. Li Rojava jî ji ber ku çapemeniya azad xwedî rolek girîng e û rastiya wir tîne ziman bûn hedef. Niha li dijî destkeftiyên gelê Kurd û gelên din êrîşên tund hene. Ji bo van destkeftiyên gelê Kurd ji destê wan derxin êrîşî çapemeniya azad û êrîşî gelê Kurd dikin. Ji bo rastiya van êrîşan dernekeve holê kedkarên çapemeniya azad kirin hedef. Li dijî van êrîşan berxwedanek mezin heye. Ji bo ev berxwedan neyê dîtin êrîşî çapemeniyê kirin. Ji bo em bibêjin hûn nikarin êrîş bikin, hûn nikarin dengê çapemeniya azd qut bikin em li vir in. Ji bo em bibêjin bêdeng name û dê tu carî dest ji mîrateya kedkarên çapemeniyê bernade, em li vir in. Nagîhan Akarsel, Cîhan Gulistan Tara, Hêro û Nazim li dû xwe mîrateyek mezin hiştin. Em wekî çapemeniya azad tu carî dest ji mîrateya wan bernadin. Ji bo em xwedî li têkoşîna Rojava derkevin em li vir in. Em wekî çapemeniya azad dest ji pênûsê û heqîqetê bernadin. Em ê tu carî dest ji kamerayan bernedin. Em li Amed, Wan û Stenbolê li dijî qetilkirina çapemeniya azad dengê xwe bilind dikin. Em dîsa li virin. Em ji zext û zordariyê we netarisînin. Em tu carî dest ji pênûs, heqîqet û qadan bernedan. Em dibêjin bijî Şoreşa Rojava Rojava. Bijî çapemeniya azad. Bijî çapemeniya azad.”
Piştî daxuyaniyê bê navber dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.

Piştre nûnera TJAyê ya Şirnexê Çîmen Fidan jî li vir axwivî û wiha got: “Em duh dîsa bi xemgîniyek mezin hişyar bûn. Em bi şehadeta du hevalên çapemeniya azad hişyar bûn. Em wan bibîr tînin. Em êrîşa li ser wan şermezar dikin. Îro dîsa çalakiya me li ser sînor didome. Ev ji bo me nesînor e. 100 sal berê neyarên Kurdan Kurdistan kirin çar parçe. Li gorî xwe sînor danîn. Lê gelê Kurd û jinên Kurt tu carî ev sinor nas nekirin. Em vî sînorî tu carî qebûl nakin. Destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê her tim di bin êrîşan dene. Ji bo dijmin Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr ferq nake û êrîş dikin. Ji bo têkoşîna me jî li çar parçeyan ferk nake. Em li her derê destkeftiyên xwe diparêzin. Ev şerê ku didomin ji şerê taybet ne cuda ye. Şerê taybet û şerê li dijî çar parçeyên Kurdistanê encama xwedî heman hişmendî ye. Ev hişmendî girêdayî tecrîdê ye. Jinên ku li dîasporayê tên kuştin bi heman hişmendiyê ye. Sedema ve yekê tecrîd e. Tecrîd çiqas kûr dibe şer ji ew qas mezin dibe. tecrîd çiqas qûr dibe, tecrîda jinan jî ew qas dikeve xeterê. Ji ber vê yekê divê demildest tecrîd bê şikandin û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û destkeftiyên Kurdistanê bên parastin. Em wekî jin çawa duh me ji bo destkeftiyên jinan û Kurdan me xebat û têkoşîna xwe mezin kiriye, em îro jî bi heman hişmendiyê li qadan, li sînoran û li ber xwe didin. Em dizanin ku serkeftin ya jinên berxwedêr û gelê berxwedêr e. Ya serkeftin ya serkeftin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Amed di nava mijê de ma

Amed di nava mijê de ma

8 KANÛN 2025
Mîhrîcana Muzîkê dest pê dike: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe

Mîhrîcana Muzîkê dest pê dike: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe

8 KANÛN 2025
Orhan Sakçî: Wêje dikare civakê ji nû ve ava bike

Orhan Sakçî: Wêje dikare civakê ji nû ve ava bike

8 KANÛN 2025
Kameraya wî çeka wî ya li dijî asîmîlasyonê ye

Kameraya wî çeka wî ya li dijî asîmîlasyonê ye

8 KANÛN 2025
ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

ROJEVA 08ê KANÛNA 2025an

8 KANÛN 2025
Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

7 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (121)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne