Bi minasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sêwregê meş û civîna gel hat lidarxistin. Rêxistinên navçeyê banga beşdarbûna şahiya 4ê Nîsanê kirin û gel vexwendin Amarayê.
Komîteya Amadekar a Rojên Mîhrîcana Amara ji bo 77 saliya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka Sîraç Nasanli ya navçeya Sêwreg a Rihayê meşek li dar xist. Endam û nûnerên Platforma Saziyên Demokratîk, DEM Partiyê yên navçeyê û gelek welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta li ser “Bi Serokatiya Azad ber bi yekitiya neteweyî ya demokratîk ve” û dovîzên li ser “Rojbûna me pîroz be”, “Roja me hebûna me ye”, “Rojbûna te pîroz be ey Serok” hatin rakirin. Girseyê di meşê de bênavber dirûşmeyên “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Piştî meşê bi tevlîbûna siyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş ê ku demekê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mabû li avahiya DEM Partiyê civîna gel hat lidarxistin. Çetîn Arkaş û gel li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û bi minasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û sohbet kirin.
Piştî civînê gel sînevîzyona ku behsa jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikir temaşe kirin û bername bi dawî bû.














