Çeteyan li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê di bin gefa çekê de maleke Kurd talan kirin, tiştên malê û pere dizîn.
Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyan dispêre şahideke ya li taxa Şêxmeqsûdê ragihand ku bûyerên dizîn, talankirin û şêlandinê di bin gefa çekê de li dijî malbatên Kurd ji hêla komên çekdar yên ser bi hikûmetê ve zêde dibin.
Li gorî agahiyan, çekdarên tê texmînkirin girêdayî komên hikûmeta demkî ya Şamê ne avêtin ser maleke Kurd ya ji 5 kesan pêk tê, di bin gefa çekê de tiştên malê li pêş çavê xwediyê talan kir û telefon û 250 hezar lîreya Sûriyeyê dizîn.
Hêjayî bibîr xistinê ye bûyerên dizîn, talankirin û şêlandina sîstematîk li dijî malbatên Kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de pêk tên.
Ev sûc piştî êrişa dijwar ên li dijî her du taxan di 6ˊê Çileya borî de, pêkanîna komkujî û wêrankirina mal-milkan û binesaziyan pêk tê.













