• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Silopiyayê bi hezaran kes Newroz pîroz kir

Şirnex / AW

18 ADAR 2025 - 14:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li navçeya Silopiyayê bi tevlibûna hezaran kes bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newrozê de banga xwedî derketina li “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê pîrozbahiya Cejna Newrozê hat lidarxistin. Li Qada Newrozê ya navçeyê welatî danê sibehê hatin qadê û bi cil û bergên Kurdî qada Newrozê xemilandin. Li cihê Newroz hat pîrozkirin pankarta ku li ser, “Em bi giyana Newrozê xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk derbikevin” dinivisî hat daliqandindin. Her wiha qada Newrozê jî bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat xemilandin. Berdevka DEM Partî Ayşegül Dogan,aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşegul Ayaz, parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, hevşeredarên Silopiyayê û bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.
Welatiyên Silopiyayê beriya destpêkirina bernameyê li qadê cihê xwe girtin û li ber stranên ku tên gotin govend gerandin. Welatiyên bi cil û bergên Kurdî tev li Newrozê bûn bi rengên kesk, sor û zer xwe xemilandibûn û li qadê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Jin û ciwan bi cil û bergên Kurdî bi taybet ên herêma Silopiyayê li qadê cihê xwe girtin û pîrozbahî rengîn kirin. Ji zarokan bigire heta kal û pîran qad tije bû. Welatiyên li qadê bê navber dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.
Dayikên Aştiyê kevokên aştiyê firandin
Bernameya Newrozê ji bo cangoriyên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di rêzgirtinê de girsê bi yek dengî dirûşmeya, “Şehîd namirin” berz kirin. Piştî rêz girtinê komîteya amadekar gel silav kir. Piştre jî Meclisa Dayikên Aştiyê li ser dîkê gel silav kirin û Newroza wan pîroz kirin. Dayikên Aştiyê bi firandina kevokên sipî pêyama aştiyê dan. Li ser navê Dayikên Aştiyê  Meliha Atak, anî ziman ku ew piştgiriya banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û got: “Bila Newroza îsal bibe Newroza aştiyeyê ya her çar aliyên Kurdistanê. Em dibêjin bila aştî were cihanê û edî dayik negrîn. Bila ew Newroz bibe wesîleya serkêftin, aştî û azadiyê.”
‘Li Botanê heta Îmraliyê Newroz pîroz be’
Piştrê jî aktivîsta TJA Aysegul Ayaz axivî. Aysegul Ayaz anî ziman ku ew Newroza azadiyê pêvazî dikin û wiha axivî: “Ew agirê di zindanan hatibû pêxistin niha tevahî welat ronî dike.
Me baweriya xwe ji dozeke aniyê ew doz doza azadî û aştiyeyê. Hezar silav ji şopdarên vê dozê û zindanan be. Hezar silav ji jinên têkoşer re. Banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir manifestoya sedsalê bû. Birêz Ocalan rêyek vêkir. Bang li jin, civan û gelan kir. Aştî herî zede daxwaza jinan e. Ji bo wê jî divê em li her demê zêdetir li pêy banga birêz Ocalan bibin û piştgirî bikin. Ji bo azadiya gelan û aştiya gelan taybet jî ji bo azadiya jinan divê jin li xwe bi rêxistin bikin û bixebitin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi jinan dikarê pêk were. Em ê dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” azadiya jinan pêk bînin. Li botanê heta Îmraliyê Newroz pîroz be.”
‘Heta em aştiyê pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî di pîrozbahiyê de axivî û Newroza gel pîroz kir û ev tişt gotin: “Em hesreta ku bi salan e hûn li bendê bûn îro li nêz e. Ji bo ziman, çand, axa me û azadiya vî gelî bi sekn û berxwedana wê dê pêk were. Em ê bi hev re serbikevin. Newroza azadiyê li her deverê li gelê Kurd pîroz be.”
Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî gel silav kir û bi lêv kir ku li her derê Kurdistanê Newroz tê pîroz kirin û ev tişt anîn ziman: “Em vê Newrozê bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan pêşvazî dikin. Heta em aştiyê pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Newroza Azadiyê silav dikin.”
‘Hêza me mezin e’ 
Berdevka DEM Partî Aysegul Dogan jî destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê li qada Newrozê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hemû qadên Kurdistan û Tirkiyeyê dirûşmeya, ‘Bijî Serok Apo’ tê berzkirin. Birêz Ocalan dixwaze ji bo tevahî gelan rêyeke nû vêke. Di bin şert û mercên giran ên tecride de jî dev jî armanca xwe ya aştî û wekheviyê û civakeke demokratîk berneda. Ji bo wê îro dem dema xwedî derketina wê dirûşmeyeyê. Bila li vê qadê binêrin û bibînin ku gel çawa xwedî li banga rêzdar Ocalan derdikeve. Bila dinya pê bihese Botan ji bo aştiyê amade ye. Gumanên we jî hene dibêjin em ê çawa baweriya xwe bi van bînin. Raste ew daxwaza me bû ku ew pirsgirêk bi rêya demokrasiyê bê çareser kirin. Edî ciwanên me neyên kuştin. Niha em gehiştin asteke. Divê em baş fehm bikin û bi xîret bixebitin. Xwe bi rêxistin bikin û rê û rêbazên têkoşîna vê deme ne ya weke berê ye. Dile me ji hemû kesî re vêkiriyê. Divê em yekitiya navxweyî ya gelan pêkbînin. Ji bo wê baweriya ne tu kesî baweriya xwe ji xwe bînin. Tu hêz ji me ne mezintir e. Qonaxa ku em gehişti ne û rûpela ku vêkiriyê bi têkoşîna me pêkhatiyê. Ji bo wê jî dem dema xwedî derketinê ye.”
Piştî axaftinan agirê Newrozê, bi dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hat pêxistin. Piştrê jî Koma Ayşe Şanê li ser dîkê stran gotin û gel jî li ber stranan govend gerandin û dirûşim berz kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Etîket: Newroz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

10 ADAR 2026
Li Îzmîrê starta pîrozbahiya Newrozê hate dayîn

Li Îzmîrê starta pîrozbahiya Newrozê hate dayîn

10 ADAR 2026
Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

10 ADAR 2026
Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

10 ADAR 2026
Li Mûşê banga tevlêbûna Newroza Kopê

Li Mûşê banga tevlêbûna Newroza Kopê

9 ADAR 2026
Hatimogullari: Ev Newroz wê bibe azadiya gelên Rojhilata Navîn

Hatimogullari: Ev Newroz wê bibe azadiya gelên Rojhilata Navîn

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (403)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne