Li Şîrazê di encama bombebarana Îsraîl û DYAyê de Fermandarê IRGCê Îbrahîm Mortazavî Nasab hate kuştin.
Şirê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 18emîn de berdewam dike. Di encama êrişek li Şîrazê pêk hatî de Fermandarê Herêma Berxwedanê ya Sarallahê Îbrahîm Mortazavî Nasab hate kuştin. Hate ragihandin ku baregeha Îbrahîm Nortazavî Nasab lê dima şevê din çar caran hatiye bombebaran kirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li gel Mortazavî Nasab gelek endamên Bacis û artêşa Îranê jî jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.













