Li gorî dane û raporên SOHRê êrîşên li dijî durziyan û welatiyên Siwêydayê di nava 7 rojan de hezar û 399 kes hatin kuştin. Ji wan 196 kes hatin darvekirin.
Li gorî dane û raporên Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bi piştgiriya Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Parastinê yên Sûriyeyê êrîşên eşîrên Bedewiyan ên li dijî bajarê Siwêydayê û civaka durzî didomin. Di êrêşên 7 rojan de bi giştî hezar û 339 kes hatin kuştin. Ji wan 196 kes hatin darvekirin. Li bajarê Siwêydayê 124 sivîl bi giştî 657 kes hatin kuştin.