Li Stenbolê derbarê 2 kesên ku di 17ê Sibatê de hatibûn binçavkirin biryara girtinê hat dayîn. 15 kesên din jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan.
Polîsan di 17ê Sibatê li Stenbolê li ser gelek malan girt û di tevî endam û rêveberên DEM Partiyê jî di nav de 17 kes binçav kirin. Piştî 3 rojan kesên di Midûriyeta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê de dihatin ragirtin bi daxwaza girtinê sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatin kirin.
Piştî karûbarên îfadeyê Denîz Yilmaz û Cahît Alkan hatin girtin. 15 kesên din jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan.
Navê kesên hatine berdan wiha ne: “Nur Muhammed Abay, Ercan Kizilboga, Vîldan Atmaca, Omer Sungur, Azîz Degîrmencî, Berdan Kurt, Dogan Çoban, Fatma Çetîn, Firat Kaya, Kasim Dagkapi, Kerîm Kiliç, Mehmet Racî Îvrendî, Merdal Bahadur, Mustafa Peyman Çetînkaya, Nurettîn Abukan.”













