Li Stenbolê 13 kesin ji ber pîrozbahiyên Newrozê hatibûn binçavkirin, 3 jê zarok 8 kes hatin girtin.
Îrê danê sibehê li Stenbolê jî bi îdiaya di pîrozbahiyên Newrozê de “propagandaya rêxistinê kirine” bi awayekî hevwext bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtina malan de 13 kes kes hatibûn binçavkirin.
Polîsan dema di binçavkirinê de îşkence li ciwan û zarokan kir û wan birin Edliyeya Çaglayan ya Stenbolê.
Piştî karûbarên îfadeyan 5 kes bi biryara kontrola edlî hatin berdan. 3 jê zarok 8 kes jî bi hinceta “endamê rêxistinê ne” sewqî dadgeriyê hatin kirin. Piştî ifadeyi li dadgeriyê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin.













