Li Stenbolê 9 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin.
Vê şeveqê li Stenbolê polîsan avêt ser gelek malan. Di encama serdegirtina malan de endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan de Armed Ozant, Yoldaş Eker, Meryem Şaîr, Ahmet Koparir, Eda Kalafatin û 4 ciwanên navên wan nehat zanîn bi giştî 9 ciwan hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û ciwanên binçavkirî birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.













