Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê agirê Newroza 2026an a yekemîn li navçeya Sancaktepeyê pêxist.
Li Stenbolê agirê Newrozê ya 2026an a yekemîn li Qada Azadiyê ya Sancaktepeyê hat pêxistin.
‘Newroza îsal dê bibe sedema aştiyê’
Bername bi axaftinan dest pê kir, Hevseroka DEM Partiyê ya Sancaktepeyê Ayşe Çîftçî diyar di serî de Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Newroza îsal dê bibe sedema aştiyê.”
‘Bi Newrozê dê pêvajo jî pêş bikevê’
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar jî destnîşan kir ku xwestin bi salan Newrozan qedexe bikin û wiha axivî: “Gelê Kurd qedexeyan nas nekir. Bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan aştî pêş ket. Li Rojhilata Navîn şer heye, bi banga birêz Abdullah Ocalan pêvajo dest pê kir. Bi Newrozê dê pêvajo jî pêş bikevê. Êdî dem dema stûtayê ye.”
Paşê agirê Newrozê hat pêxistin. Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.














