Li Stenbolê îro 46 karkerên Mîgrosê hatibûn binçavkirin, kesên ku xwestin binçavkirina karkerên Mîgrosê protesto bikin bi lêdanê hatin binçavkirin.
Karkerên Mîgrosê yên depoyê ji bo mafê xwe yên sendikayî û zêde kirina mûçeyên xwe dest bi çalakaya kiribûn. Îro karkerên Mîgrosê û DGD-SEN têkildarî çalakiyan çûn pêşiya mala Tuncay Ozîlhanê ku xwediyê “Anadolu Grubê” ye ku girdayî marketên Mîgrosê ye. Li wir 46 karker hat binçavkirin.
Ji bo binçavkirina karkeran protesto bikin li navçeya Kadikoya Stenbolê gelek kes hatin gel hev û daxuyanî dan. Polîsan piştî daxuyaniyê êrişî gel kir û gelek kesan bi lêdanê binçav kir.













