Kurdistanî û dostên kurdan li Stockholm a Swêdê êrîşên li ser Rojavayê protestokirin û gotin: “Em banga parastina Şoreşa Rojavayê li her kesî dikin.”
Meclisa Jinan a Amarayê ya Stockholmê li pêşiya parlamentoyê çalakiya protestoyê li dar xist. Di çalakiyê de li ser navê YJK-Îskandînavyayê Ayşe Dîdarê axaftinek kir. Ayşe Dîdar anî ziman ku dewleta Tirk û çeteyên xwe dispêrin wê bi êrîşên xwe yên li ser Herêma Xweser a Rojavayê, li Sûriyeyê kaos û pevçûnan kûrtir dike û qetlîaman dike. Ayşe Dîdar anî ziman ku ew ji vir dibêjin ku dê rejîma faşîst a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê negihêjin armanca xwe û wiha got: “Armanca van êrîşan di serî de jiholêrakirina şoreşa jinan a Rojava û destkeftiyên gelan in ku bi kedeke mezin bi dest xistine. Ji 29’ê Mijdarê heta niha, li Rojava, bi awayekî topyekûn li dijî gelê Kurd qetlîam tên kirin. Dijminahiya dewleta Tirk a dagirker sînoran nas nake. Em wek jin, li dijî van êrîşan her tim li kolanan bin; parastina Rojavayê parastina Şoreşa Jinan e.”
Çalakgeran dirûşmeyên “Dewleta Tirk ji Rojavayê bicehime”, “Destên xwe yên xwîndar ji Kurdistanê bikêşin”, “Bijî Berxwedana Rojavayê” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Di dawiyê de destnîşan kirin ku dê çalakî berdewam bikin û gotin: “Em bangî hemû gelê xwe, dostên xwe û her kesê alîgirê mirovahiyê ye dikin ku xwedî li Şoreşa Rojavayê derkevin.”