Li Strasbûrgê zêdeyî sed hezar kesî bi şîara, “Azadî ji Rêber Apo re, statû ji Rojava re” dimeşe. Ligel baranê jî girseya bi heybet bi pankartên azadiya Abdullah Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê dixwazin û bi sloganen dilsoziya wan tîne ziman ber bi qada mitîngê ve dimeşin. Girseya bi merşên şoreşê û neteweyî coşa berxwedanê tîne ziman bi sloganan hêrsa li dijî Komployê diqêrin.
Sazî û dezgehên Kurdistanî yên li Ewropayê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê, daxwazkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statû xwestina ji bo Rojavayê Kurdistanê bi şîara, “Azadî ji Abdullah Ocalan re, statû ji Rojava re” meşek bi heybet li dardixin. Ji gelek welatên Ewropayê bi hezaran Kurdistaniyan berê xwe dan Strasbûrgê. Bi deh hezaran kes ji bo beşdariya meşê li Boulevard de Lyonê kom bûn. Kurdistaniyên ji gelek bajar û welatên cuda hatîn pankartên xwe vekirin û rengên Kurdistanî rakirin.
Kolanên Strasbûrgê bi rengên Kurdistanî xemilîn

Girseya kom bi kom herikî Boulevard de Lyon alên rêxistin û partiyên Kurdan, pankartên daxwaza azadiya Ocalan û statûya Rojava dikin rakirin. Bi sedan posterên mezin û biçûk ên Rêberê Gelê Kurd Ocalan, alên YPG, YPJ, alên Kurdistana Federal û Rêveberiya Xweser a Rojava hatin vekirin. Girseya pankartên, “Ji bo Rêber Apo Azadî, ji bo Rojava Statû” û “Bijî berxwedana Rojava” vekirin, sloganên, “Yek e yek e yek e Kurd yek e”, “Rovava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Kurdistan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Ligel barana giran dimeşin

Meşa li Boulevard de Lyon destpê kir ber bi Qada Place de Êtoîle ve dimeşin. Di meşê de bênavber sirûdên şoreşê bi megafonan tên berzkirin û girse jî tev li gotina sirûdan dibe. Her wiha gel bi yek dengî tev li sloganên tên anonskirin dibe. Beşdar ji bo xwe ji baranê biparêzin sêwanan vedikin û meşê didomînin.
Mitîng dê bê axaftin û stranan bidome

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, nûnerên KCDK-E û TJK-E’yê û nûnerên saziyên din wê di mîtîngê de baxivin. Hunermend Comert û Nûarîn jî wê stranên berxwedanê vebêjin.












