Li Sudanê balafirek bêmirov û biçek nexweşxaneyê bombebaran kir û hat destnîşankirin ku 13 jê zarok bi giştî 64 kes hatin kuştin û 89 kes jî birîndar bûn.
Rêxistina Tenduristiyê a Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî duh, ragihand ku di encama êrişeke li ser nexweşxaneyeke li Sûdanê de 64 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Di êrişa nexweşxaneya bi navê El-Dain ya li Rojhilatê Darfûrê de 13 jê zarok herî kêm 64 kes hatine kuştin. Hat diyarkirin ku hejmareke zêde karmendên nexwexaneyê jî di nava kuştiyan de heye. Ligel 8 karmendên tendurustiyê bi giştî 89 kes jî birîndar bûne.
Tîma Parêzerên Awarte ya mafê mirovan ya Sûdanê diyar kirin ku ev êriş di şerê navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de pêk hatiye. Tîma ‘Parêzerên Awarte’ diyar kir ku êriş ji aliyên artêşê ve pêk hatiye.
Êrişa ku duh pêk hatiye bû sedema rawestandina xebatên li nexweşxaneyê. Her wiha xizmetên tendurustiyê yên bajêr bi bingehîn rawestiyan.













