Bi pêşengtiya TJAyê li taxa Îskender Paşa ya navçeya Sûrê bi meşaleyan meş hat lidarxistin.
Tevgerên Jinên Azad (TJA) bi boneya 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Nawneteweyî li taxa Îskender Paşa ya navçeya Sûrê ya Amedê bi meşaleyan meşiyan. Partiyên siyasi, nûnerên saziyên sivîl û aktîvîstên TJAyê tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin. Jinên Sûrê bi kêfxweşî û kelecanî aktîvîstên TJAyê pêşwazî kirin.














