Di pevçûnên dijwar ên li Siwêdayê de, di du rojên dawîn de herî kêm 116 kes hatin kuştin, 48 ji wan çekdarên ji Siwêdayê û 52 ji hêzên hikûmeta veguhêz a Şamê û çekdarên Bedewiyan in.
Di 2 rojên derbasbûyî de li Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê şerên dijwar rû dan. Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di şer de herî kêm 116 kes hatine kuştin ku 48 ji çekdarên ji Siwêdayê û 52 ji hêzên hikumeta veguhêz a Şamê û çekdarên Bedewiyan in.
Piştî pevçûnên dijwar Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz ragihand ku wan şerê li hundirê bajêr rawestandiye û tenê dê bersiva êrişên komên çekdar bidin.