Li Tarsusê, kesekî çekdar êrişî çalakiya protestokirina êrîşên ser Rojava kir. Baran Abdî yê ji Kobanê di êrişê de jiyana xwe ji dest da.
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê li ber Best Kiraathane ya li Tarsûsa Mersînê êrişênli ser Rojavayê yên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirinbi daxuyaniyekê protesto kir.
Piştî daxuyaniyê, ciwanan li kolanên Taxa Gazîpaşayê çalakiya xwe domandin. Polîsan êrişîciwanan kir. Di vê navberê de, kesekî bi navê Huseyîn Kanlibiçak ê li ser Sêwregê qeydkirî û endamê MHP’ê li kolanan gulle li komê reşand. Kanlibiçak ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Baran Ebdî yê ji Kobanê ku wekî mêvan hatibû mala xaltîka xwe, bi giranî birîndar bû. Ebdî, dema ku li şaneşîna malê bû gule li serê wî ket û li nexweşxaneya ku ew birinê jiyana xwe jidest da.
Parlamenterên DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan der barê bûyeran de ev daxuyanî da: “Lanet li dijminatiya we be! Min wekî din gotin nedît. Piştî xwepêşandana me ya Rojavayê litaxa Gazîpaşa ya Tarsûsê, segekî ku güle li ciwanên me yî belav dibûn reşand, gule bera serêBaran Ebdî yê 24 salî yê ji Kobanî dema ku li şaneşîna mala xwe bû, da û ew qetil kir.”













